Tirkîya ji destê xwe mecalê bernade ku dijî netewên kêmjimar gava biavêje: parlamêntvan
Parlamêntvana ji fraksîya “Ermenîstan” ya esilê xweda aşûrî, Zêmfîra Mîrzoyêvayê li parlamêntê pirsa hedefkirina netewên kêmjimare li Tirkîyayê bilind kirîye.
“Netewên kêmjimare li Tirkîyayê dîsa tên hedefkirinê.Çileya sala 2O2O-î dê û bavê wekîlê dêra aşûrî, ya li Tirkîyayê ji alîyê komeke neeyanva hatine revandinê. Paşê cinyazek hate dîtinê. Feqet, hetanî roja îroyîn ew bûyar nehatîye eşkerekirinê”,- parlamêntvanê gotîye.
Ewê daye dîyarkirinê, wekî eva destnivîsara Tirkîyayêye bi sedsalaye. “Tirkîya li welatê xwe mecalê ji destê xwe bernade ku dijî netewên kêmjimar gavên xwe biavêje. Cimetên ermenî û aşûrî vê destnivîsara komkuj û barbar nas dikin”,- Mîrzoyêvayê gotîye.
Ewê usa jî derheqa kirinên dijî gelê kurd xeberdaye. Parlamêntvanê daye dîyarkirinê, wekî kurd û aşûrîyên Sûrîyayê û Îraqê jî ji alîyê Enqerêda tên hedefkirinê.