Bi piştgirîya wezîreta Ermenîstanêye kûltûrayê têatroya ser navê Gabrîyêl Sûndûkyan û teşkîleta civakîye çandî, fêstîvala postêrên şanoyê li Ermenîstanê raber dikin. Tevî fêstîvalê dikarin bibin dîzaynêr û komên şanoya, usa jî organîzeyên ji hemû welata.
Beşdarîya nava fêstîvalêda belaşe.Xebatên berbiçev wê ji alîyê jyûrîya navnetewîda bêne qîmetkirinê. Encamên festîvala wê meha îlonêda bêne tomerîkirinê.