H’emû nûçeSereke

Ulmdarên ermenî wê tehsîra îslamê û miletçîtîyêye li ser pêvajoyên li welatên cînar lêkolîn bikin

Nava dorana bernama komîtêya zanistîya Ermenîstanêda projeya  ulmî ya derheqa tehsîra îslamê û miletçîtîyêye li ser welatên cînar tê lêkolînkirinê.

Meremê bernamê ewe ku lêkolîn û gotûbêjkirinên pêşezanî derbazkin, hal cîda lêkolîn bikin, wana belav bikin  û bi zimanê înglîzî tercimekin.

Mîyaserkirina projeyê bona pênc sala têra hatîye dîtinê.Serokatîya wê projeyê dike xebatkarê beşa înstîtûta rojhilatzanîyê, Vahram Têr-Matêvosyan.

Nava dorana projeyêda ulmdarên ermenî wê herine welatên cînar, xêncî Adirbêcanê, û cîda lêkolîna derbazkin.

Tevbûyên projeyê nava govekên xweda ulmdarên bi nav û dengin.

«Niha em bi rêya normalkirina pêwandîyên ermenîya-tirka pêşda diçin û bona me pirsa here sereke gerekê ew be, ku li wî alî sînor çi diqewime: mesele, li  Qersê, Erdehanê û Îdirê. Gilî derheqa wê yekêdane, ku li wir pêvajoyên îdêolojî û sîyasîye çawa derbaz dibin.

Yan jî em bêjin, li Gurcistanê, nava kîjanêra 7O selefê kirîn- frotana Ermenîstanêye der tê mîyaserkirinê. Gelo Tirkîyayê û Adirbêcanêra çawa li hev hatîye li wir rola îslamêye usa sazkin, ya ku bona dewleta gurca û dêra wan bûye pirsgirêk»,- ulmdar daye dîyarkirinê.

Têmake ulmdarên ermenî jî wê bibe perwerdekirina îsalmêye li mektebên tirka, bona  femkirina wê yekê ku ew çi cûreyî tehsîrê li ser welatîyên welatên cînar dike.

Ulmdarên ermenî gerekê wan pêvajoya lêkolîn bikin, bi saya kîjana wextê serkarîkirina Êrdogan Tirkîya bûye lîstikçîya hemcîhanêye hukumdar, hazirîya xweye gêopolîtîkî daye berfirehkirinê.

«Çi ku derheqa pirsên dîyaneta li Adirbêcanêdane, ew jî ketîye nava guhartina. Popûlîzma îslamî jî bona  tehsîrkirina bi rîya dîyanetê tê xebitandinê. Mesele, niha li Arsaxê, bi dengê bilind, ji wî berî sînor nimêjê belav dikin, bona ku tehsîra dînî pêşda bînin»,- Vahram Têr-Matêvosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button