Ajansa Organîzeya Netewên Yekbûyî ya pirsên mihacira tevî hukumata Herêma Kurdistanê bona mihacirên ji Şengalê hevkarîyê dike. Derheqa wê yekêda ajansê elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew tevî hukumata herêmê dixebitin ku hewcetîyên wan êzdîya bidine razîkirinê, yên ku piştî pevçûyînên sîlihkirîye li Şengalê ji cîh û warên xwe derketine.
“Tiştekî gelekî girînge ku wextê opêrasîyonên wî cûreyî, merivên sîvîl biparêzin û heger lazimbe bona parastinê rêyên bêqezîya bibînin”,- nava elametîya ajansa Organîzeya Netewên Yekbûyîda hatîye gotinê û pêra jî razalixî bona wê yekê elamî hukumata Herêma Kurdistanê kirine.
Em bêjin, wekî rûyê pevçûyînên di navbera eskerên Îraqê û komên Şengalêye xweparastinê, 4O83 meriv ji wir derketine.