H’emû nûçeSereke
Gelo bona çi gerekê pirsa dûrketina aşîtîparêza bê danînê?: Rojavayê tevî me gotûbêjkirinên wî cûreyî nekirîye: Armên Grîgoryan
Derheqa derxistina aşîtîparêzaye ji Arsaxê tu axavtin tunebûye. Sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan derbarê wê yekêda gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa rojnamevan daye, yê ku pirsîye ku wextê hevdîtina sêalîye li Avropayê derheqa aşîtîparêzada nehatîye bîranînê û gelo ew yek nade kifşê ku aşîtîparêz gerekê ji wir derkevin.
«Bona çi gerekê pirsa wî cûreyî bê danînê. Niha zelal nîne ku pirsê çi cûreyî bê helkirinê. Dema ku em derheqa çareserkirina bêqezîyabûnêda dibêjin, ew yek derheqa hazirîya aşîtîparêzada dide dîyarkirinê, kîjan wê garantîya sazkin»,- ewî gotîye.