H’emû nûçeSereke

Marûkyan bersiva Adirbêcanê daye

Bin destê Ermenîstnêda tu dokûmêntek tune, wekî nava topraxa meda hene gundên azêrîyaye cuda, lê hene dokûmêntên hiqûqî, wekî nava topraxa Adirbêcanêda  gundên wî cûreyî hene. Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî mexsûs Êdmon Marûkyan wextê weşana têlêvîzîyona Civakî gotîye, dema ku ewî  derheqa elametîya cîgirê wezîrê Adirbêcanêyî karên der xeberdaye, yê ku gotibû, ku gerekê gundên azêrîya paşda vegerînin.

Em bêjin, wekî pêşda cîgirê wezîrê Adirbêcanêyî karên der Xelef Xelefov elam kiribû, wekî nava dîyarkirina sînorada wê pirsa paşdavegerandina  gunda bê helkirinê. Bi gotina Bekûyê çend gundên qeza Tavûşê, gundê qez Araratêyî Tîgranaşên gerekê bidine Adirbêcanê.

Bi gotina Marûkyan li beşa Sotk-Xoznavarê, li beşa qeza Tavûşê, li Syûnîkê, li Gêgarkûnîkê eskerên azêrîya nava topraxa Ermenîstanêdanin û ew gerekê ji wir derkevin.

«Eva dewekarîya Ermenîstanêye, ewê usa bimîne.Wextê şuxulkarîya komîsîyayê ev pirs jî gerekê bêne helkirinê»,-Marûkyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button