H’emû nûçeSereke
Keça kurd dikare bibe «MÎSS Anglîya»
Keça kurd tevî lehca « MÎSS Anglîya» dibe û hêvîdare,wekî ew wextê wê teşkîldarîyê dikare balê bikişîne li ser neheqîyê, rûyê kîjanêda binelîyên Kurdistanê dizêrin.Wextê hevpeyvîna xwe keça 25 salî Roza Kurdo gotîye, wekî tevî qazanckirina taca «MÎS Anglîya 2O22», ew dicedîne bibe dengê miletê xwe, yê ku li Îraqê, Îranê, Tirkîyayê û Sûrîyayê dizêre.
«Ez dixwezim derheqa tiştên usada xeberdim, derheqa kîjanada piranîya meriva nizanin. Gelek meriv nizanin wekî cimeta kurd miletê pirhezarêye, dewleta kîjanî tune, yan jî cimeta dijî cimeta kurd xirabkarîya, komkujîyê û paqijkirinên êtnîkî mîyaser dikin. Ew yek salên 8O-î û 9O-î li Kurdistana Îraqê hatîye mîyaserkirinê, lê paşê li Tirkîyayê û li Sûrîyayê»,- ewê gotîye.