H’emû nûçeSereke

Piştî naskirina Apsaxêye ji alîyê civaka navnetewî mecalê hebe ku pirsa ketina Qerebagê nava teşkîla Ermenîstanêda lê binihêrin: Bêglaryan

Desthilatdarîya Qerebagê wê cedandinên xweye bona naskirina Qerebagê berdewamke. Derheqa wê yekêda wezîrê Qerebagêyî dewletê Artak Bêglaryan gotîye RÎA Novostîyê.

«Emê cedandinên xwe bona naskirina Komara Arsaxê berdewamkin.Piştî naskirina Arsaxê mecalê hebe ku em pirsa ketina Qerebagêye nava teşkîla Ermenîstanêda lê binihêrin»,-Bêglaryan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî niha Adirbêcan piştgirîya leşkerî- sîyasî ji Tirkîyayê distîne û bo wê yekê jî serokatîya Arsaxê wê rîya bigere bona ku bere-bere pirsgirêkên xwe helke û pêşerojêda jî dikare tevî Adirbêcanê bikeve nava hevraxeberdana.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button