H’emû nûçeSereke

Em hewaskarin wekî li Ermenîstanê halê qewînbe: Pûtîn

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, yê ku bi seredana xebatêva li Sankt Pêtêrbûrgê bû, rastî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn hatîye.Derheqa wê yekêda ji îdara prêssayê ya serokkomarê Ermenîstanê elamî Armênprêssê kirine.

Serokê Rûsîyayê gotîye: «Ez gelekî şame ku rastî We têm û nasîya xwe didime We.

Ez hêvîdarim wekî Hûn poşman nebûne ku Hûn hatine tevî forûma Sankt Pêtêrbûrgêye êkonomîkî dibin. Ermenîstan tenê  hevalkar nîne, ew tifaqdara meye stratêcîye. Em wê yekê qîmet dikin. Em wî hemû tiştî fem diki, çi ku îro li Ermenîstanê dora Ermenîstanê diqewime.Em li ser wê qirarêne ku pêwandîyên meye hevkarî bêne pêşxistinê.Em hewaskarin wekî hal li welêt qewînbe, garantîya pêşkeftinê hebin.


Ez hêvîdarim wekî hevdîtina meye roja îroyîn wê piştgirîya wê yekê bike.Dêmek ez bêjim, wekî ez gelekî şame We bibînim. Hûn bi xêr hatine».

Xaçatûryanê serok gotîye:« Ez êpêce wext pêşda li Sankt Pêtêrbûrgê bûne. Hêna salên Soyêtê ez gelekî dihatime Sankt Pêtêrbûrgê, ji salên 198O-yî hetanî 1992-a. Ev yek bû menî, ku ez bibînim, ku bajar çi cûreyî hatîye guhartinê.

Çi ku derheqa wê civîna Pêtêrbûrgêdane, eva cara ewline ku ez çawa êkonomîst tevî wê civînê dibim.

Cimeta ermenî cedandinên We, yên bona helkirina pirsgirêka Qerebagê qîmet dike.Ew yek tiştekî girînge wekî şer hate sekinaninê.

Ez wê yekê zêde hesab dikim ku ez derheqa dostîya meye dîrokîda bidime kifşê, çimkî wextê ku heleqetî yên biratîyêne,wî çaxî îdî hewcetî tune  ku tu bêjî ku birakî başî yan xirabî.

Ez gumanim, wekî heleqetîyên me wê dîsa pêşda herin, emê piştgirîyê bidine wê yekê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button