H’emû nûçeSereke

Em dicêribînin ku bi gavên biçûk pêşda herin: Paşînyan derheqa pêwandîyên tevî Tirkîyayê gotîye

Nava pirsa normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê, Ermenîstan dicêribîne bi gavên biçûk pêşda here. Fikira wî cûreyî Nîkol Paşînyan elam kirîye.

«Meriv dikare bi gavên biçûk pêşda here. Heger hevraxeberdan hene, wî çaxî hinek hevfemkirin jî heye, wekî mecal hene pêwandîya bidine normalkirinê. Pêşda ev pirsgirêk nehatîye helkirinê, çimkî nenihêrî wê yekê, wekî nava dokûmênta îmzekirîda pêwandî di navbera pirsgirêka Qerebagê, yan jî pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê tunebûye, lê nava êtapa îzbatkirinêda ew yek hemû tiştîva hatîye girêdanê»,- Paşînyn gotîye.

Bi gotina wî, Adirbêcan û Tirkîya niha nava hevraxeberdanadanin, lê  bi çiqasîva ew pêwandî qewîne, wedeyê bide kifşê.

Paşînyan dibêje, wekî mecal hene pêwandîyên tevî Tirkîyayê bidine normalkirinê û ew li ser wê fikirêne hemû tiştî bikin ku wê mecalê bidine xebatê. Ew dibêje, wekî gotinên Tirkîyayêye derheqa « Sivdera Zangêzûrêda» bona pêvajoyê dijwarîya pêşda tînin. Feqet ev yek nade kifşê, wekî piştî wan elametîya Ermenîstanê dîyaloga tevî Tirkîyayê bide sekinandinê.

Em bîr bînin wekî di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda pêwandîyên dîplomatî  tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button