H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hema sibêda jî  bona vekirina sînora û îzbatkirina heleqetîyên dîplomatî yên tevî Tirkîyayê amade ye: Rûbînyan

Nava pêvajoya normalkirina heleqetîyên ermenîya-tikrada tiştê herî girîng ew e ku pevketin lez bêne mîyaserkirinê.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî «Azayî» ê, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê û wekîlê Ermenîstanêyî nava hevraxeberdanên tevî Tirkîyayê Rûbên Rûbînyan gotîye.

Bi gotina wî, heger pevketin lez tên mîyaserkrinê usa ye ew  yek aminayê dide qewînkirinê.

Rûbînyan gotîye wekî wextê hevdîtina dawî li hev hatîye pevketinên konkrêt dest bînin. Ya ewlin ew e, wekî sînorê li ser erdê bê vekirinê û mecal hebe barên avîyasîyon jî cîguhastî bikin.

«Bi dereca sîyasî pevketin hatîye destanînê, lê niha jî wekîlên îdarên anegor gerekê dora pirsên têknîkî bixebitin.

Çi ku derheqa axaftina bi têlêfonêda ye, ya serokatîyên herdu welata, ew yek dide kifşê wekî piştî navbirîya dirêj qisa bi têlêfonê derbaz bûye û derheqa wê yekêda xeberdan çûye û pêvajoya normalkirina pêwandîya hatîye gotûbêjkirinê»,- Rûbînyan gotîye û serda zêde kirîye,  wekî niha hevdîtina serokatîyên herdu welata têra nayê dîtinê.

Rûbên Rûbînyan gotîye wekî açixîya şuxulkarîya Tirkîyayêva girêdayî ye.

«Ermenîstan amade ye sînorên tevî Tirkîyayê veke û heleqetîyên dîplomatî îzat bike. Heger ew yek niha nayê kirinê û heger Ermenîstan bona wê yekê amade ye,  ew yek dîyar dike wekî prosês xwestina Tirkîyayêye sîyasîva girêdayî ye, çimkî xwestina Ermenîstanêye sîyasî heye û ew ber çeva ye»,- Rûbên Rûbînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button