H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der wê here Polonîyayê
Îro wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê bi seredana fermî li Polonîyayêbe. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Nava çarçoveya seredanêda Mîrzoyanê wezîr wê rastî wezîrê Polonîyayêyî karên der Zbîgnêv Raû û nevsên fermîye mayîn bê.
Pirsên derheqa pêwandîyên dualî û piralî, usa jî yên derheqa qewînbûna herêmîda wê bêne gotûbêjkirinê.
Ararat Mîrzoyan û Zbîgnêv Raû wê li gorî encamên hevdîtinê bi prêss-konfêransêva pêşda bên.