SerekeSîyasî

Em carekê bin ketine û ew yek nade kifşê ku em gerekê her dem binkevin û her dem berbi berdaxustina herin: Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan hevpeyvîn daye têlêvîzîyona navnetewîye  RTVI ê û derheqa halê dora Qerebagê, usa jî pirsên derheqa sîyaseta Ermenîstanêye derda xeberdaye.

Bi xeberdana derheqa sînorê ermenîya-azêrîyada, Marûkyan careke mayîn derheqa tabîya ermenîda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî eskerê azêrî gerekê ji têrîtorîya Ermenîstana serbixwe derkevin, çimkî ew ji sala 2O21 ê da ketine li wir û serda zêde kirîye wekî li gorî xerîtên li Rûsîyayê û usa jî yên Sovyêta berê ew toprax yên Ermenîstana serbixwene.

Marûkyan careke mayîn wekilandîye, wekî Ermenîstan piştgira aşîtîyêye,  ewê  hemû gav avîtine û  diavêje bona ku bighîje wê yekê. Ewî gotîye, wekî alîyê ermenî bangên azêrîyaye agrêsîv û cêribandinên azêrîyaye bona  sertkirina halê li ser sînor, gunehkar dike. Bi gotina Marûkyan, xebatên li ser sînor nikarin bêne mîyaserkirinê, çimkî li ser sînor hê agirkirin diqewimin.

Bi axaftina derheqa pirsa anklavada, Êdmon Marûkyan gotîye, wekî fikira wîye şexsî ewe, wekî ew pirs gerekê ji gotûbêjkirina der bimînin, çimkî li gorî elametîya 9-ê mijdarê alî gerekê li ser topraxa bimînin, li kîderêne ew niha: «Em carekê bin ketine û ew yek nade kifşê ku em gerekê her dem binkevin û her dem berbi berdaxustina herin. Bila tu kes hêvîdar nîbe, wekî binketina me bêdawî û bêwedeye û em gerekê her dem bi statûsa binketinê bişuxulin».

Bi axaftina derheqa peymana derheqa aşîtîyêda, Marûkyan gotîye, wekî dewekarîya Ermenîstanêye hindava Adirbêcanêda ya bona topraxa tune û serda zêde kirîye wekî pirsa Arsaxê ne ku pirsa topraxaye, lê ya mafaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button