H’emû nûçeSereke

Derfeta beşdarbûna zanyarên Gurcistanê di festîvala zanistî ya navneteweyî ya STARMUS de hat gotûbêjkirin

Koma amadekara festîvala zanistîyê ya navneteweyî ya STARMUS ê bi pêşengîya alîkarê wezîrê perwerdê, zanîstîyê, çandê û sportê yê Ermenîstanê Artûr Martîrosyan, ji alîyê wezîreta perwerde û zanistîyê ya Gurcistanê ve hat lidarxistin. Alîkara wezîreta perwerdê û zanistîyê ya Gurcistanê Nûnû Mîskêvîçê bi hevkarên xwe yên ermenî ra li ser girîngiya fêstîvala zanistî ya navneteweyîe STARMUS axivî û bal kişand ser derfetên ku zanyarên Gurcistanê beşdarî festîvalê bibin.

 Bi gotina wê, teşkîldarîyên wî cûreyî  bi taybetî ji bo dannasîna zanyarên ciwan girîng in.

 Civînê da endamên koma amadekar,  astrofîzîknas, teşkîldarê festîvala STARMUS Garîk Îsrayêlyan û seroka fêstîvalê Katêrîna Danêkîna jî amade bûne. Artûr Martîrosyan û  teşkîldarê fêstîvala STARMUS, steryrkfîzîknas Garîk Îsrayêlyan têkildarîyên xebatên plankirî yên di çarçoveya zanistîye navneteweyî de agahî dan Nûnû Maskêvîçê. STARMUS  Fêstîval-6 Edition dê di navbera 5-10 îlonê de li Yêrîvanê bê lidarxistin. Têma fêstîvalêye  îsal “50 sal li ser Marsê”ye  û  ew pêşkêşî ji bo 50  salîya  salvegera daketina ewil ya mîsyona MARS 3 ye .

Formata fêstîvalê da nîqaşên zanistî, pêşangeh, konsêrt, nîşandayîna fîlman û gelek çalakîyên din hene.

Nava doranên STARMUS a îsal de, xudîyên xelata Nobêlîyê  axaftinên xwe pêşkêş bikin: Kîp Torn, yek ji fîzîknasên navdare, Êmanûêll  Çarpantêyn, Donna Strînglênnd,  Êdvard Mozêr, Mîşêr Mayor, astronavt Çarlî Dyûk, astronavt  Krîs Hadfîld, ku cara yekem ji erşê ezmîn gîtarê xistîe,  Çarlz Boldên û dahênerê iPod Tony Fadêl û astronavtê NASA ê Jîm Baxyan jî mêvanên fnstîvala îsal in.

 Teşkîldarên fêstîvala zanistîye navneteweyî ya STARMUS  steykrnas Garîk Îsrayêlyan û gîtarîstê  koma Queen, astrofizîknas Bryan Mayin.

Fêstîval bi navê fîzîknas û steyrknasê brîtanî Stîvên Hokîng û hunermend, zanyar û mûzîkjenên navdar ên cîhanê ve girêdayî ye.Festîval cara yekem di sala 2011an de li Tênêrîfêm ( adên Kanarîyê, Îspanya) hat lidarxistin û ji wê demê ve li welatên cuda yên Avropayê tê lidarxistin.Îro, STARMUS platformeke navneteweyîye ku zanyarên navdar yên cîhanê, xelatgirên Nobêlîyê, astronavt, hunermend  ku zanîn xwe yên herî paşin bi nifşên nû re parve dikin da ku îlhama xwe berbi cîhana zanistîyê va bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button