H’emû nûçeSereke

Têlêfonkirin û elametîyên derheqa cîhwarkirina bombada bona wê yekêne ku Ermenîstanê nava tirsêda xweykin: pêşezan

Van axirîya li Yêrêvanê têlêfon dikin û didine dîyarkirinê  ku filan cîhîyî  bomb heye, meremê kîjanê ewe ku jîyana civakî bidine tevlîhevkirinê, xebata sîstêma hukumatê bidine teribandinê û ji alîkîva jî armanc ewe, ku civakê nava atmosifêra tirsêda xweykin. Derheqa wê yekêda pêşezanê pirsên herêmî Armên Pêtrosyan gotîye.

Bi fikira pêşezan, tiştên wî cûreyî didine kifşê, wekî li piş vê yekê komek sekinîye û meremê wêyî cuda heye. Bi gotina pêşezan, ev  kirin gavên dijminatîyêne û bawar bikî dijminên der jî vî halî didine xebatê. Bi qîmetkirina Armên Pêtrosyan cêribandin tê kirinê, ku îzinê nedin ku Ermenîstan nava hemtêksta pirsgirêkên derda bikaribe pêşda here.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button