Deranîna eşîya, ya Îranêye berbi Ermenîstanê bi 37 selefîva zêde bûye: baylozê Îranêyî li Ermenîstanê
Wextê hevdîtina li Yêrêvanê, ya tevî endamên dêlêgasîya kirîn-frotanê, ya qeza Îranêye Zancanê, Ababs Zohûrî gotîye: “Em Ermenîstanê, xêncî sûka heyî, usa jî çawa pira qewîn û bi guman, ya tevî welatên mayîn, nava wanda welatên Yekîtîya Avrasîyayê û Yekîtîya Avropayê dibînin”.
Baylozê Îranê daye dîyarkirinê, wekî li Ermenîstanê qewilên deranînê yên gelekî başin û serda zêde kirîye: “Bahên ji 6OOO a hetanî 7OOO navên eşîya mecalê didine me ku em derkevine sûkên welatên endam”.
Baylozê Îranê sûka ermenî çawa ya konkûrênt qîmet kirîye û gotîye, wekî meriv dikare bi normên bilind û bi gavên profêsîyonal bikeve nava wê sûkê. Bayloz daye dîyarkirinê, wekî kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Îranêda gihîştîye 56O mîlyon dolarî û serokatîyên Ermenîstanê û Îranê hêvîdarin bighînine mîlyardek dolarî.