Merkeza prêssayê ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirîye, wekî du şerkarên wan nava encmên pevçûyînêda, ya tevî endamên DAÎŞ ê, ya ji hevt têrorîsta, şihîd ketine. Ew hevt têrorîst bi kincên jinavane, ji kîjana pênc mêr bûne, dudu jî jin bûne û cêribandine ji qampê birevin.
«Endamên DAÎŞ ê bersiva banga derheqa teslîmbûnêda nedane û êrîş birine ser şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk.Wî çaxî li hev hatîye êrîşê paşda bidin, wextê kîjanê têrorîstek hatîye kuştinê, lê şeşên mayîn hatine girtinê»,- nava elametîya Hêzên Sûrîya Dêmokrtîkda hatîye gotinê.