H’emû nûçeSereke
Tu dokûmêntek nehatîye hazirkirinê û hazir nabin tu dokûmêntekê îmze bikin: Paşînyan berbirî cimetê dibe ku teslîmî înformasîyonên nerast nebin
Serokwezîrê Ermnîstanê Nîkol Paşînyan dide bawarkirinê, wekî tevî Adirbêcanê tu dokûmênt nehatîye hazirkirinê û ew hazir nabe tu dokûêntekê îmze bike. Derheqa wê yekêda ewî rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
“Welatîyên hizkirî, ez bang dikim û teweqe dikim, ku teslîmî înformasîyayên nerast nebin, çimkî tu dokûmêntek nehatîye îmzekirinê û wê neyê îmzekirinê”,- serokwezîr gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî dîvêrsîyona înformasîyon ya ku ji alîyê hêzên derda, yên ne dostda, tê kirinê, dixwezin berxudana welêt bişkênin.