H’emû nûçeSereke
Yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê û serbixwetîya wê gerekê nebe pirsa bazarkirinê: Sûrên Papîkyan bi têlefonê Kolîn Kahilra xeberdaye
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan bi têlefonê cîgirê sêkrêtarê Ştatên Amkîkayêye Yekbûyî, yê parastinê Kolîn Kahilra qise kirîye.
Sûrên Papîkyan halê rûyê agrêsîya azêrîyada pêşdahatî raber kirîye û gotîye, wekî bona milahîmkirina hal qîmetkirinên civaka navnetewî pêwîstin.Wezîr bona bersivdayîna halê pêşdahatî razalixî elam kirîye.
Kolîn Kahil sirîya xweda derheqa girîngîya xweykirina agirbestê û hevraxeberdanada xeberdaye. Ewî gotîye, wekî tabîya Ştatên Yekbûyî ewe, wekî yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wê gerekê nebine pirsa bazarkirinê.