H’emû nûçeSereke
Ermenîstan dosta meye here nêzîke û tifaqdara meye stratêcîye: serokê Rûsîyayê Serxwebûna Ermenîstanê pîroz kirîye

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, girêdayî roja Serxwebûna Ermenîstanêra, cimeta ermenî pîroz kirîye û daye dîyrkirinê, wekî Rûsîya û Ermenîstan dost û tifaqdarên hevin.
«Bi xebitandina vê mecalê, minê bixwesta cimeta ermenîye dost û serokatîya welêt pîroz bikira»,- Pûtîn wextê hevdîtina tevî baylozên welatên der gotîye.
Pûtîn usa jî gotîye, wekî Rûsîya û Ermenîstan dost û tifaqdarên stratêcîne.
«Ermenîstan dost û tifaqdara me ya stratêcîye here nêzîke»,- ewî gotîye. Pûtîn serda zêde kirîye, wekî Rûsîya û Ermenîstan nava dîyaloga sîyasîye întênsîvdanin.