H’emû nûçeSereke

Nava cêrga wan welatada, yên ku sîliha didine Ermenîstanê  dikare Hindistan jî hebe: Andranîk Koçaryan

Ermenîstan li wan welata sîlih digere, li kîderê ew sîlih hene, yên ku bona me pêwîstin. Nava wan welatada usa jî dikare Hindistanbe. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamêntê, ya parastinê, Andarnîk Koçaryan gotîye.

«Ermenîstanê hemû mecala bide xebatê bona ku ew sîlih bighîjine welêt»,- Koçaryan gotîye.

Wextê civîna hukumatê Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotibû ku usa bûye wekî bi seda mîlyona dolar hatine dayînê, lê welatên tifaqdar borcdarîyên xwe naqedînin û sîliha nadin.

Çawa bersiva pirseke rojnamevanekî ku serokwezîr derheqa kîjan welatê tifaqdarda digot, yê ku borcdarîyên xweye bona dayîna sîliha naqedîne, Koçaryan gotîye: «Heger pêwîstbe, emê vêrgula vekin, lê niha pêwîstîya wê yekê tune»,

Hatîye dîyarkirinê, wekî  rojnama hindîye The Economic Times ê nivîsîbû, wekî Hindistanê bahê  25O mîlyon dolarî sîliha bide Ermenîstanê.

Hatîye gotinê, wekî di navbera hukumatên herdu welatada destpêka meha îlonêda peymanên anegor hatine îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button