H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanên ermenî wê derheqa xemgînîyên xweda elamî serokatîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya kolêktîv bikin: Koçaryan

Ermenîstan hêvîdare wekî ji alîyê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê gavên praktîk bona xweykirina aramîya li ser sînor bêne avîtinê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamêntê, ya parastinê, Andarnîk Koçaryan gotîye.

Em bêjin, wekî sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Stanîslav Zas  2O ê îlonê hatîye Yêrêvanê û hetanî niha rastî serokatîya leşkerî hatîye û li cêrge nehîyên nêzîkî sînor qesidîye. Koçaryan daye dîyarkirinê, wekî meha cotmehêda mecalê hebe ku tevî sêkrêtarê organîzeyê qise bike.

«Meha cotmehê li Sankt Pêtêrbûrgê wê civîna parlamêntîyê ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv pêk bê û ezê jî beşdarî wêbim.Wî  çaxî cîgirê serokê komîsîya parastinê Armên Xaçatryan wê bi axaftin pêşda bê û wê pirs û xemgînîyên me raberke»,- Koçaryan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku bi çiqasîva nêzîkî rastîyêye, wekî dibêjin ku Ermenîstan ji organîzeyê wê derkeve, Koçaryan gotîye: «Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hema wî cûreyîye, çawa ku ew heye. Sînorên welatên me hêzên Erenîstanê diparêzin».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button