H’emû nûçeSereke

“Bîhna pera tune” bona çi Papê Romayê û Vatîkan naxwezin Bekûyê rexne bikin :Nouvelles d’Arme՛nie

Nivîskarê fransî Sîlvên Têson  gotîye wekî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron  wextê seredana xweye li Vatîkanê hîvî Papê Romayê û wezîrê Vatîkanêyî karên der kirîye ku navê Adiribêcanê çawa  agrêsora hindava Ermenîstsanêda bîr bînin. Feqet Papê Romayê û wezîr ew yek înkar kirine,rojnama Nouvelles d’Arme՛nie ê  nivîsîye.

Rojnamê usa jî daye dîyarkirinê, wekî piştî çend roja prêssa Adirbêcanê ragîhandîye, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv wekîlnamên wekîlê Vatîkanêyî li Adirbêcanê Marêk Solçînskî qebûl kirine.

“Marêk Solçînskî dibêje, wekî Papê Romayê hîvî kirîye ku silavên wî bighîne Îlham Elîyêvê serok û xanima wî.Serokê welêt beşdarbûna Adirbêcanêye nava dasekinandina cîhên Vatîkanêye dîrokî silav kirîye û ew yek çawa emekê nava dîyaloga çandîda qîmet kirîye.Bayloz elam kirîye, wekî alîyê azêrîya amadeye wê xebatê berdewam bike.Marêk Solçînskî bi razîbûn derheqa hevkarîya Adirbêcanê û Vatîkanêda xeberdaye”,- rojnamê nivîsîye û dawîyê ev xeber serda zêde kirine: “Bîhna pera tune”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button