H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dîsa dicêribîne YÛNÊSKO ê bêhurmet bike

Li Adirbêcanê cedandinên bêhurmetkirina YÛNÊSKO yê berdewam dibin.

Wextê civîna li Adirbêcanê, ya komîsîya pirsên YÛNÊSKO ê, wezîrê Adirbêcanêyî kûltûrayê Anar Kerîmov elam kirîye, wekî Bekû gelek cara berbirî organîzeyê bûye köu mîsîyayê bişînine li têrîtorîyayên bin kontrorla Adirbêcanêda, lê ew mîsîya nehatîye  şandinê.

“Ew yek li Adirbêcanê nehatîye qebûlkirinê û ew yek bona qedirê YÛNÊSKO ê zîyaneke mezine. Ez careke mayîn dixwezim bangî YÛNÊSKO  ê bikim, ku ew borcdarîyên xwe mîyaserke”,- Kerîmov gotîye.

Ev gotinên wezîrê Adirbêcanê ne tenê derewin. Gelek sala ser hev alîyê ermenî cêribandîye mîsîya YÛNÊSKO ê teşkîlke, ku ew li Arsaxê biqeside bona ku li ber çevê xwe bibînin ku mîrata azêrîya nayê xirabkirinê. Belê, piranîya wê zîyanê ketîye, lê ew yek rûyê şerê Adirbêcanêda bûye. Meriv nikare derheqa wan heykelên ermenîda bêje, yên ku bin destê Adirbêcanêdanin.Cêribandinên alîyê ermenî, yên bona teşkîlkirina mîsîyayê rastî berxudana Adirbêcanê hatine, çimkî azêrîya nedixwest ku rastî bê ber çeva.

Piştî şerê sala 2020 î Adirbêcan nişkêva dewê dike ku mîsîya bê teşkîlkirinê. Lê li YÛNÊSKO ê fem dikin ku heger mîsîya wî cûreyî bê teşkîlkirinê, ewê bibine beşdarên lîstika qirêj, bi kîjdanê heykelên ermenîye çandî û ruhanî hatine xirabkirinê.

Êrîşên Adiribêcanêye ser YÛNÊSKO ê wê yekêva girêdayîne, wekî serokatîya organîzeyê Odrî Azûlêya ji Fransîyayê dike, çimkî Bekû niha dijî Fransîyayêye, çimî Fransîyayê  dijî Adirbêcanê sanksîya pêşda kişandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button