H’emû nûçeSereke
Li Bîşkêkê hevdîtina Paşînyan-Pûtîn wê pêk bê
Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wê nava doranên civîna Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîda rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bê. Derheqa wê yekêda alîkarê serokê Rûsîyayê Yûrî Ûşakov gotîye.
Îro li Bîşkêkê wê civîna Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî pêk bê, li kîderê usa jî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wê amadebe.Ji 1 ê çileya sala 2023 a da serokatîya organîzeyê derbazî Rûsîyayê dibe.