H’emû nûçeSereke

Em nikarin îzinê bidine Adirbêcanê, ku  ew sîyaseta zordarîyê û gefxwerinê berdewam bike: parlamêntvanên  parlamênta Avropayê berbirî Mîşêl û Borêl bûne

Komeke parlamêntvanên parlamênta Avropayê name ser navê serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl û wekîlê Yekîtîya Avropayêyî pirsên karên der û sîyaseta ewlehkarîyê, Jozêp Borêl şandine û bang kirine ku gavên zelal bên avîtinê, bona ku ewlehkarîya binelîyên Qerebagêye ermenî bê çareserkirinê.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî nava namêda parlamêntvana  dane dîyarkirinê, wekî azêrîya ji 12 ê kanûna sala 2022 a da careke  mayîn rîya tek-tenê, ya ku Ermenîstanê Arsaxêva girê dide, girtine û bi wî cûreyî 120 000 ermenî dêfakto ketine nava dorpêçkirinê.

“Ev yek dide kifşê, wekî avtomaşînên ambûlansê û usa jî yên xurek jî nikarin bighîjine Qerebagê.

Heger ev hal berdewambe, wî çaxî krîzeya hûmanîtarî wê pêşda bê. Tiştê qebûlkirinê nîne, wekî bin perda êkolocîda azêrî elametîya sêalî, ya 9 ê mijdara sala 2020 î pêpes dikin û borcdarîyên xwe naqedînin”,- parlamêntvanên Avropayê gotine.

Parlamêntvan berbirî Şarl Mîşêl û Jozêp Borêl bûne û dane dîyarkirinê: “Em bang dikin ku ji navê Yekîya Avropayê borcdarîyên xwe bidine xebatê bona ku gavên zelal bên avîtinê, bo ku ewlehkarîya binelîyên Qerebagêye ermenî bê çareserkirinê.Em nikarin îzinê bidin wekî sîyaseta Adirbêcanêye gefxwerinê û zordarîyê berdewam bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button