H’emû nûçeSereke
Girtina korîdora Laçînê pêvajoya aşîtîyê dide paşdaêxistinê
Girtina korîdora Laçînê dikare encamên hûmanîtarîye giran pêşda bîne û ew yek pêvajoya aşîtîyê dide paşdaêxistinê. Derheqa wê yekêda cîgirê berdevkê dêpartamênta Ştatên Yekbûyîye dewletê, Wêdant Patêl gotîye: “Em şane, wekî li Qerebagê dayîna gazê hatîye dasekinandinê.Teribandinên sîstêmên ênêrgêtîkî dikarin krîzeya hûmanîtarî pêşda bînin.Em bang dikin ku çûyîn-hatina li korîdora Laçînê bê dasekinandinê û kirina wê yekê bi rîya hevraxeberdana gerekê bê kirinê.
Çawa bersiva wê pirsê, ku diqewime hetanî dawîya salê qayîlnivîsara aşîtîyê bê îmzekirinê, Patêl nexwestîye wede bide kifşê.