H’emû nûçeSereke

Mêxanîzma me gerekê ya dîplomatîbe: serokwezîr derheqa pirsgirêka korîdora Laçînêda gotîye

Mêxanîzma hukumata Ermenîstanê gerekê ya dîplomatîbe û civaka navneteweyî jî gerekê li ser wê yekê tehsîrke ku korîdora Laçînê bê vekirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê prêss-konfêransê gotîye.

Rojnamevan pirs daye serokwezîr ku ew çi cûreyî difikire ku çi cûreyî korîdora Laçînê gerekê bê vekirinê.Ser wê pirsêda rojnamevan usa jî pirsîye ku gelo ew yek raste, wekî li Rûsîyayê înformasîya hatîye belavkirinê ku Ermenîstanê gotîye heger hetanî 10 ê meha çile korîdora neyê vekirinê wî çaxî Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û ji yekîtîya dewletên serbest der bikeve.

Serokwezîr pêşda gotîye wekî ew nafikire ku tevî  hevkara gerekê bi wî zimanî xeberdin.

“Çi ku derheqa wî halîda heye, îdî hatîye gotinê û tiştên başqe tune serda zêdekin. Usa jî qîmetkirin derheqa girtina korîdora Laçînêda hatine dayînê”,- serokwezîr gotîye.

“Bi qîmetkirina min, çi ku li korîdora Laçînê diqewime, berê ewlin derheqa cimeta Qerebagêdane û meremê wê ewe ku ermenîyên  Qerebagê nexwezin li wir bijîn. Vê yekê gerekê em hesab hildin.Tabîya hukumata Ermenîstanê hatîye zelalkirinê û em difikirin, wekî mêxanîzma me gerekê ya dîplomatîbe, nava wê pirsêda gerekê tehsîra navneteweyî mezinbe bona ku korîdora Laçînê bê vekirinê”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr guhdarî teglîfî li ser wê yekê kirîye, wekî li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î borcdarî hatine dayînê ser Adirbêcanê û Rûsîyayê.

“Heger we guhdarî daye ser wê elametîyê, derheqa Ermenîstanêda tu tişt tune.Em difikirin, wekî kirinên me gerekê yê lêgîtîmbin û em nava vê pêvajoyêda lêgîtîmîyê çawa tiştê girîng hesab dikin”,- serokwezîr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî pirsa korîdora Laçînê li Organîzeya Netewên Yekbûyî hatîye bilindkirinê û ew yek hê rojeva wêdane.Paşînyan usa jî serda zêde kirîye, wekî li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î aşîtîparêzên Rûsîyayê gerekê şuxulkarîya korîdora Laçînê bidine çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button