H’emû nûçeSereke

Têzên propagandayê yên Adirbêcanê û pêşkeftina daxwazên derewîn yên “hawirdorê” yên berîya dorpêçkirina Arsaxê 

Adirbêcan  ji 12 ê kanûna  sala 2022 a rêya yekane ya ku Arsaxê bi Ermenîstanê û cîhana derve ve girê dide, korîdora Laçînê girtî ye. Her çiqas Bakûya fermî bi daxuyanîyên cûre-cûre hewl dide rewşê rewa bike jî, lê lêkolîna rastîyan, bang û tehdîd û têzên derewîn yên ku ketine dewrê, sîyaseta Bakûyê berîya niha bi mehan ji bo ku karesateke mirovî çêbike û gel bike, bi zelalî nîşan dide.

Sala 2022 da vê serdemê de propagandaya dewletê ya Adirbêcanê teza “Piştî şer li ser axa Adirbêcanê li Ermenîstanê di sala 2021 da kanên ku li Ermenîstanê hatine hilberandin hatine sazkirin û belavkirin”. Tevahîya maşîna propagandaya Adirbêcanê di meha tebax-mijdarê de bi awayekî aktîv li ser pêşxistina tezê xebitî û berîya niha jî di 24 ê mijdarê de wezîrê  Adirbecanêyî karên der Cêyhûn Bayramov ragîhandibû ku “mîn ji korîdora Laçînê re hatin birin û li herêmên Adirbêcanê hatin bicîhkirin”.

Yek ji armanca sereke ya belavkirina têza navborî ji alîyê Adirbêcanê ve ew bû ku korîdora Laçînê bike hedef û bi vî awayî jî ji bo bi navê “Korîdora Zengêzûrê” mêxanîzmayeke zextê bê çêkirin. Propagandaya Adirbêcanê û kanalên çapemenî û têlêgramê yên alîgirê hukumetê, derdorên pispor û nûnerên raya giştî bi belavkirina propagandaya “pêdivîya girtina yan kontrolkirina korîdora Laçîn” ê û “sîya avêtinê li ser çalakîyên hêzên aştîyê yên rûsî” dikirin.

30 ê cotmehê de, di dema xwenîşandana agirêseyî ya ku li Stêpanakêrtê hat lidarxistin û Rûben Vardanyan wek wezîrê dewletê yê Arsaxê hat wezîfedarkirin, propagandaya li dijî leşkerên aştîparêz yên Rûsyayê zêde bû. Ev hemû bi bangên ji bo efirandina pirsgirêkên eşkere yên antîermenî û însanî pêk hat. Di heman demê de, wezîreta parastinê ya Adirbêcanê jî tevlî daxuyanîyên ji bo aştîparêzên rûsî dibe, ku di malpera fermî ya wezîreta parastinê ya Fêdêrasîyona Rûsyayê tenê di navbera 25 ê mijdarê û 3 ê kanûnê de li Arsaxê 10 daxuyanî derbarê bikaranîna navên cîh-warên ermenîyan de hatin weşandin.

Di vê heyamê de maşîneya propagandayê ya Adirbêcanê derbarê “îstîsmarkirina neqanûnî ya korîdora Laçînê” de diweşîne û eşkere dike. Malpera Qafqazinfo.az di 30 ê mijdarê de derbarê 14 welatîyên Îranî yên ku derbasî Arsaxê bûne, malperek belav dike. Bi rêya korîdora Laçînê û raste-rast bi destûra fermandarîya hêzên aştîyê. Di 2 ê kanûnê de, di rûniştina parlamentoya Adirbêcanê de, parlamêntaran bi eşkere ragîhand ku “Divê Adirbecan li Laçînê xala xwe ya kontrolê hebe”. Di dawîya meha mijdarê û destpêka meha kanûnê de, daxwazên ji bo girtina korîdora Laçînê yan jî kontrolkirina wê ji alîyê Adirbêcanê ve, bi analîzên têkildarî îhtîmala pêkanîna “opêrasîyona leşkerî ya korîdora Laçînê” ji alîyê Bakûyê ve jî hatin nirxandin, banga gavên baldartir dikin.

Yekem hewla girtina rêya Laçînê di 3 ê kanûnê de bû ku komek azêrî bi kincên sîvîl bi hincetên derewîn yên parastina jîngehê hewl dan çend demjimêran rêya bejahî ya Stêpanakêrt-Gorîs bigrin. Ev rê tenê piştî danûstandinên bi hêzên aştîyê yên Rûsyayê re hat vekirin. Lê di 11 ê kanûnê de wezîreta karên derve ya Adirbêcanê nota protêstoyê ji Rûsyayê re şand û tê de dîyar kiribû ku hêzên aştîyê yên rûsî peymana xwe bi cîh neanîne û gera “hawirdorparêzên” azêrî yên di mayînan de mîsoger nekirine. Ji ber vê yekê rojek şûnda Adirbêcanê dest bi opêrasîyona berfireh kir ji bo girtina korîdora Laçînê ya ku rêya jîyana Arsaxê ye û 120.000 ermenîyên Arsaxî bi mehan di bin dorpêçê de bihêle, ku bi mehan bi propagandayan bingeh amade kiribû û hesab kiribû.

Girtina rêya Laçînê: îdîayên pêşkêşkirin û  pêşveçûna wan

12 ê kanûnê de, komek azêrî ku xwe wekî “çalakvan” û endamên  hawirdorparêz” nîşan didin, bi hinceta rawestandina îstîsmarkirina kanên Kaşênî û Drombon li Komara Arsaxê, rêya yekane ya ku Arsaxê bi Ermenîstanê ve girêdide, girtin.

Kesên ku jê re dibêjin “êkolojîya Adirbaycanê” xwestin ku îstîsmarkirina mayînan rawestînin, şert û mercên çavdêrîyê çêbikin

Roja piştî girtina rê,  alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt  Hacîyêv ragîhand ku “rê ji alîyê Adirbêcanan ve nehatîye girtinê, lê belê ji alîyê hêzên aştîyê yên rûsve hatîye girtin”, piştî ku azêrîyên ku rê girtine, dest bi belavkirina vê têzê kirine.

Daxuyanîyên hevdem yên xwepêşander û berpirsên hukumetê nîşan didin ku bi navê “êkoaktîvîst” ji nêz ve bi serokatîya dewleta Adirbêcanê re hevkarîyê dikin û ji alîyê serokên sîyasî yên Adirbêcanê bi xwe ve tê birêvebirin û daxwaz û bangewazîyên wan bi serkardayetîya Adirbêcanê ve girêdayî ne.

Di kiryarên “xwepêşanderên” Adirbêcanê yên li dijî hêzên aştîparêzên rûsî de jî rengên sîyasî dîyar bûn. Di roja ewil ya girtina korîdora Laçînê de nûnerên sêktora çapemenîyê, xwepêşanderan li hemberî hêzên aştîyê provokasyonên cuda kirin û bi her awayî hewl dan ku rewşeke bê kontrol pêk bînin. Azerîyên ku li herêma Şûşîyê rê girtine, bi eşkereyî digotin: “Em ji wan [aştîparêzan] natirsin”, “Pêdivîya me bi wan [aştîparêzan] nîne”, “Me ew dawet nekirin” . Sûcdarkirin û daxuyanîyên “êkoaktîvîst” û di heman demê de parlamêntarên Adirbêcanê li dijî hêzên aştîyê careke din îzbat dikin ku ev çalakî jî ji bo bêrûmetkirina çalakîya hêzên aşîtiyê bû.

Di dema bi navê “tenê çalakîya hawirdorê” de bangên neteweperest yên wekî “Bila her dem Adirbecan hebe û yên naxwazin bila kor bibin” yan jî sirûdên ku tê de gefên leşkerî hene, wek mînak “Divê mayîn bên rizgarkirin”,”Leşkerê herî mezin leşkerê me ye”, “Şehîd namirin, welat nabe”. Her wiha divê bê zanîn ku ji xwenîşandanan wêneyên sembola “Gurên gewir” yên tundrew hatin weşandin.

Ji ber vê yekê, li ser analîza tez û daxuyanîyên alîyê Adirbecanê yên di heyama berîya girtina korîdora Laçînê de û piştre jî di çalakîyê de, daxwazên ku ji alîyê xwepêşanderan ve hatin guhertin û zêdekirin, her wiha pêşnîyara avaker ya hukumeta Arsaxê di 28 ê kanûnê de bi awayekî demkî dest ji çalakîyên kanên Kaşenî û Drombon bike û çavdêrîyê bike, ya ku ewe ku şert û mercan ji bo valakirina Arsaxê ava bikin.

Ji bilî van tiştên li jor, Bakû dev ji îdîayên xwe yên li ser axa Ermenîstanê bernade û bi pêşxistina mijara ku jê re tê gotin “Korîdora Zengezûrê” paralel bi çalakîyê re, hewl dide nîşana wekhevîyê di navbera “korîdoran” de bide “ û zexteke zêde bikin ku bi rêya xaka Ermenîstanê ve bi Naxîçevan re têkilîyeke bejahî çêbike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button