
55 parlamêntvanên îspanî elametî amade kirine, kîjanêda derheqa piştgirîya xweye hindava partîya Dêmokratîk, ya Gela dane dîyarkirinê.
Nava elametîyêda hatîye gotinê: “Girêdayî gunehkarkirinên sîyasî û îşên mehkemêra, yên hindava Partîya Dêmokratîk, ya Gela û opozîsîyayê, aktîvîsta û organîzeya, yên ku mafên mêriv li Tirkîyayê diparêzin,em dixwezin derheqa vê yekêda bêjin.
Em bangî înstîtûtên avropî û encamên Yekîtîya Avropayê dikin ku garantîyayên aza û heq, yên bona hilbijartina bidin, yên ku beşeke dêmokratîyayêne. Pêwîste ku dîyaloga li ser asta avropî bê derbazkirinê û garnatîya bona sîyasetmetdarên ji Partîya Dêmokrpatîk, ya Gela bêne dayînê, terka îşên mehkemê, yên hindava wanda bidin. Prosêsa hilbijartina gerekê bi rastî ya dêmokratîkbe”.