H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Kurdistanê: hemû hevraqayîlnebûn gerekê wextê civînên kabîneya wezîra bêne helkirinê

Hemû hevraqayîlnebûnên sîyasî û êkonomîkî gerekê wextê civînên hukumata herêmê bêne helkirinê.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî gotîye û bangî  wezîrên ji partîya Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê kirîye ku ew paşda vegerine nava xebata tevayî.

Wextê hevpeyvîna tevî “Al Monîtor” ê, serokwezîr bi hêvîdarî gotîye, wekî wezîrên ji Yekîtîya Niştîmana, wê terka boykotkirinê bidin û paşda vegerin, çimkî pirsgirêk ji Şêwira wezîra der nikarin bêne helkirinê.

“Wezîra li ber parlamêntê, li ber cimeta Kurdistanê sond xwerîye”,- serokwezîr gotîye û serda zêde kirîye: “Hûn wî cûreyî pirsgirêka hel nakin, diçin û cabdarîyê hilnadin ser xwe”.

Bi gotina Barzanîyê serokwezîr, menîya hîmlî, ya  hevraqayîlnebûna di navbera herdu partîyada kuştina Ebdule Resûle, ofîsêrê cesûsîya Yekîtîya Niştîmana, yê ku sala derbazbûyî li Hewlêrê hatîye kuştinê. Çi ku derheqa hilbijartinên parlamêntîyêdane, serokwezîr gotîye wekî wê pirsê gerekê îdî paşda neêxin

Zêdetir nîşan bide
Back to top button