H’emû nûçeSereke
21 ê tîrmehê li Bryûsêlê hevdîtina Paşînyan-Elîyêv-Mîşêl wê pêk bê
Li Kîşnêvê hevdîtina pêncalî, ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, kanslêrê Almanîyayê Olaf Şols, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv pêk hatîye.
Wextê hevdîtinê pirsnê derheqa vekirina rêyên herêmîye transportê û sîstêmên êkonomîkî, xebatên çareserkirina ewlehkarîya sînora û kifşkirina sînoraye di navbera herdu welatada, qayîlnivîsara derheqa pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, pirsên maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê û usa jî yên derheqa dîlên leşkerî û hûmanîtarîye mayînda hatine gotûbêjkirinê.
21 ê tîrmehê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Şêwira Avropayê, serokê Adirbêcanê li Bryûsêlê têra hatîye dîtinê.