H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê li ser korîdora Laçînê wê tu kontrolkirinekê neke. Paşînyan

Serokwezîrê  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan nava çarçoveya serdana xwe ya fermîye  4-5ê gulanêye  li Komara  Çêxîyayê, bi televîzyona CNN primanews ra hevpeyvînek kir.

Hevpeyvîna serokwezîrê Ermenîstanê li jêrê tê pêşkêşkirin.

CNN primanews – Dîyare ku pirsgirêka sereke ya Ermenîstanê îro rewşa Qerebaxêye. Nêzîkî 120 000 ermenî niha li Qerebaxa Çîyayî mane. Ew girêdayîye korîdora bejayî ya ku ji hêla leşkerên rûsîva tê kontrolkirin. Îcar rewşa aborî, însanî û ewlekarî ya xelkê li Qerebaxê çi ye?

Serokwezîr Nîkol Paşînyan – Hûn dizanin ku Adirbêcanê ji kanûna par va bi awayekî neqanûnî korîdora Laçînê girtîye. Çima em dibêjin neqanûnî, ji ber ku li gorî deklêrasyona sêalî ya 9 ê mijdarê korîdora Laçînê ji bo girêdana ermenîyên Qerebaxa Çîya, bi komara Ermenîstanê ra bê çêkirin. Û li gor daxuyanîya sêalî, divê Adirbêcan tu kontrolê li ser wê korîdorê neke. Her wiha korîdor ne tenê rêye, di heman demê de herêmek ewlehîyê ya 5 km firehe. Ji ber vê yekê astengkirin neqanûnîye.

Di encama dorpêçêda krîzeke mirovî li Qerebaxê derketîye holê, ji ber ku yekem ji mafê çûn û hatinê bêparin, ya duyemîn jî peydakirina erzaq û pêdiviyên bingehîn ji alîyê hêzên aştîyê û xaçê Sorve tê astengkirin. Û encama vê yekê jî ewe ku mirov tenê bi kûponên ku ji alîyê hukumeta Qerebaxa Çîya ve hatine derxistin, dikarin ji dikanan tiştan bikirin da ku stokên xwarinê werin birêvebirin.

Birîna gazê  û êlêktrîkê li Qerebaxê ji kanûna par va berdewame û niha gaz û êlêktrîkê ji Qerebaxê re nayê dayîn. Encama herî girîng ya vê yekê  mehên zivistanê de ew bû ku hemû dibistan û bexçe, sazîyên xwendina bilind hatin girtin û nêzîkî 30 hezar zarok û xwendekar ji mafê xwendinê bêpar man.Helbet bi germbûna hewêra, dibistan û zanîngeh  hatine vekirin û prosêsa perwerdeyê jî hatîye vegerandin.

Rewşa girîng ya din y ku divê di vê wateyêda bê destnîşankirin eve: sibata sala  2023 a, dadgeha navdewletî ya dadwerîyê bi biryareke demkî, Adirbêcanê mecbûr kiribû ku korîdora Laçînê veke da ku tevgera welatîyan û eşîya bi rêya korîdora Laçînê re mîsoger bike. Adirbêcanê ne tenê pêbendî pêdawîstîyên wê biryarê nebû, ku ji alîyê qanûnî ve girêdayî ye, ji ber ku dadgeha navdewletî ya dadwerî bilindtirîn dadgeha navdewletîye,bi deh rojan, bi awayekî ne yasayî xaleke pişkinînê li korîdora Laçînê ava kiribû. Ev yek ne tenê binpêkirina daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020 ye , herwiha binpêkirina biryara dîwana edaletê ya navneteweyîye jî.

Niha çima Ardibêcan van tiştan dike? Qîmetî û bawerîya me ewe ku ev ne kiryarên tecrîtin, lê amadekarîyên ji bo paqijkirina êtnîkî li Qerebaxêne, dema mijar tê paqijîya êtnîkî, li gorî Adirbêcanê  ermenî qet li Qerebaxê nejîn.

CNN primanews – Ji destpêka salên 90 î Ermenîstan ji alîyê ewlehîyê va gelekî girêdayî Rûsyayêye, li Ermenîstanê baregeheke we ya leşkerî ya Rûsyayê heye, çekên we yên rûsî hene, hûn herdu jî endamên rêxistina peymana ewlekarîyêne, pirseke dualî heye: gelo ew  gaveke aqil bû? û ji hêla dinve vebijarkên we yên din hebûn?

Serokwezîr Nîkol Paşînyan -Di bingeh de îro em di rewşekê de ne ku di derbarê xebatên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolêktîv de hinek bêhêvîbûn heye, ji ber ku Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolêktîv mêxanîzmaya sereke ye ku Komara Ermenîstanê pê ewlekarîya xwe mîsoger dike êrîşên ku Adirbêcanê gulan û mijdara sala 2021 ê û îlona sala 2022 a pêk anî , berteka ne têra Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolêktîv, berî her tiştî di nav gelê Ermenîstanê de bû sedema dilgiranîyekê, ji ber ku hinek bawerî hebû ku Peymana Ewlekariya Kolêktîv, mêxanîzmayek ewlehîyê ya pêbawere.

Lê ev yek pêk nehat û ev yek jî bû sedem ku me li ser çend belgeyên bingehîn di civîn  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  ya Yêrêvanê de mumkun nedîtin. Lê ez dixwazim ku em ji aliyê din ve jî li meselê binerin, ji ber ku ev yek ji bo rêxistinê jî zirarê ye, ji ber ku bi rastî di vê heyama ku min behs kir de bi Ermenîstanê re qewimî, berî her tiştî li ser desthilatdarîya kolektîvê dixe. Bi gotineke din, ev yek wê ji bo rêxistinê bixwe jî hin encamên wê hebin.

CNN primanews – Ez difikirim ku nava şêr da, û li civîna Yêrêvanê ya mijdara borî de, dema ku we red kir ku belgeyê îmze bikin, û birêz Lûkaşênko ecêvmayî bû, lê birêz Pûtîn  hêrs bibû, min  demeke dirêj ew ewqas hêrs nedîtibû û bi hêrs   hişt çû.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan -Ev rewşên karin û piştî kurteya ku we behs kir, xwarina nîvro ya xebatê hat lidarxistin û me li ser rewşa niha û çawanîya derbaskirina rewşê di atmosferek aram û rêzgirtina dualî de gotûbêj kir.

CNN primanews – Têkilîya We ya kesane bi Vladîmîr Pûtîn ra çawa ye? ew wek kesek pir sar, hema bê hest xuya dike. Têkilîya We ya xebatê bi wî re heye, yan têkilîya we ya şexsî heye yan na, yan jî meseleya du dewletan e?

Serokwezîr Nikol Pasinyan – Bi giştî divê ez bibêjim ku bandorên ku li ser ekranan têne dîtin, bandorên jîyana rast, tevlihevîyên ku em dijîn û heyamên dijwar yên ku em têda ne, bi rastî qatên cûda ne. Û erê, pêwendîya me bi serokê Fêdêrasyona Rûsyayê re pir xurt bû û berdewam dibe.

Di vê mehê da herî kêm 2 caran emê hev bibînin. Û divê ez bibêjim ku ew hem têkilîyeke şexsîye, hem jî têkilîyeke sîyasî û hem jî têkilîyeke xebatê ye. Tiştekî din jî ew e ku, bi taybetî niha em zêde gotûbêj nakin, yan jî em bi zehmetî behsa mijarên ku ne girêdayî rojeva peywendîyên me yên dualî û ajandaya me ya herêmî ne, dikin. Ezê tiştekî rast ji we re bibêjim: Problêmên Ermenîstanê pirin, ku barê herêmê berfireh û parçeyên cîhanê hilgire ser milê xwe. Mixabin xemên me ji têra xwe zêdetirin û di peywendîyên me yên li gel Yekîtîya Avropayê, Amêrîkayê û Rûsyayêra, em hewla çareserkirina kêşeyên rojeva xwe didin, ku wek hûn jî dibînin, mixabin her dem bi ser nakeve.

CNN primanews – Helwesta Ermenîstanê di derbarê şerê Ûkraynayê, êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayêda çi ye, ji ber ku ji alîyekê ve hûn hevalbendê Rûsyayêne, ji alîyê dinve em dibin şahîdê kiryarên gelek nebaş yên Fêdêrasyona Rûsyayê li Ûkraynayê.

Serokwezîr Nîkol Paşîyan –We got em hevalbendê Rûsyayêne. Bê guman, ev  bi dengê bilind nehatîye gotin, lê ez difikirim ku ew xuya ye. Di şerê bi Ûkraynayê re em hevalbendê Rûsyayêne. Û hesta me ya ji wî şerî, ji wê pevçûnê, xemgînîyeke ji ber ku ew raste-rast bandorê li hemî têkilîyên me dike.

Li Rojava ferq dikin ku em hevalbendê Rûsyayêne, em bêhtir pê dihesin, li Rûsyayê jî dibînin ku em di şerê Ûkraynayê de ne hevalbendê wanin û derdikeve holê ku em di vê rewşê de ne hevalbendê tu kesî ne, yanî em bêhêz in. Ji ber ku, ji bilî vê, dixuye ku di nav van hemî pevçûnan de vebijarkek heye ku meriv xwe dûr bixe, lê rast jî ev e ku rewş her ku tevlihevtir bibe, îhtîmala dûrketinê jî tengtir dibe. Em ji wê dûr nakevin ji ber ku di derbarê rewşê de nêrînên me nînin, lê em ji ber tiştê ku min demek berê got, ji ber ku fikarên me, mixabin, ji wê zêdetir in ku ew ê bihêlin ku em bêtir tê de beşdar bibin, jê dûr dikevin, bi fikarên din re mijûl dibin.

CNN primanews – Ermenîstan di rewşeke sîyasî ya pir dijwar de ye, cînarê we yê mezin Tirkîya ye, Rûsîya hêzeke din ya mezin ya herêmî ye, Îran jî heye, û Yekîtîya Avropayê pir dûr xuya dike, lê Yekîtîya Avropayê çawa dikare bi awayekî rêalîst alîkarîya çareserkirina pirsgirêka aloz ya Ermenistanê, Qerebaxa Çiya bike? Bi rastî vebijarkên me hene, di destên me da tu hêzek hene?

Serokwezîr Nîkol Paşînyan – Beriya her tiştî stratejîya me li ser bingeha ku we behs kir. Binêrin, hûn dibêjin em di rewşeke gêopolîtîk ya dijwarda ne. Ya rastî em ne di rewşeke gêopolîtîk ya dijwarda ne, em di rewşeke erdnîgarî de ne

Yanî tevlihevîya me ne ji gêopolîtîkêye, tevlihevîya me ji erdnîgarîyê ye, ji ber ku sîyaseta dinyayê çawa biguhere, erdnîgarîya me nayê guhertin. Û ji bo wê yekê jî, me ev nêrîna sîyasî ji gelê xwe re  pêşkêş kir, ku armanca sereke ya sîyaseta me ya derve, berî her tiştî bi cîranên me yên nêzîk re, têkilîyên asayî be. Bi qasî ku ev yek jî zehmet e ku meriv lê guhdarî bike jî, ji ber ku dîrokê bi xwe re ewqas tevlihevî, ewqas bagajên neyînî bi xwe re anîye

CNN primanews – Di encama þoreşa qedîfe ya li Ermenîstanê de ku şoreşa qedîfe ya sala 1989 a tîne bîra hemû çêxîya, hûn hatin ser desthilatdarîyê. Piştî du salan hûn ji destpêka salên 90 î û vir ve rastî dijwarîya herî mezin ya gelê ermenî hatin.We hêvî dikir ku hûn bi dijwarîyek weha re rû bi rû bimînin?

Serokwezîr Nîkol Paşînyan – Ez dikarim bibêjim ku ez difikirim ku ew hevpeyvîn hate weşandin, bêguman berîya şoreşê bû. Carekê ji min hat pirsîn ku sîyasetmedarê te yê îdêal kî ye, min navê du kesan dan, heke þaþ nabim min rast be, divê min bigota Nêlson Mandêla û Vaslav Havêl. Û bi rastî jî şoreşa ku me pêk anî, ew mînak û mînaka Çêxoslovakyayê ye, helbet her tim di hişê min de û li ber çavên min bû. Ma min dikaribû texmîn bikira, erê, min dikaribû texmîn bikira, lê ji hêla din ve, min nedikarî texmîn bikim ku ew bi rastî ne tenê pirsgirêkek e, lê di eslê xwe de, di vê rewşê de, xefikek gêopolîtîk, û di esasê xwe de rawestgehek e.

Helbet ez pir duşurmîş dibim û helbet pirsan ji xwe dikim û divê ez raste-rast bibêjim ku min hêj bersiva hemî pirsan ji xwe re nedîtîye.Texmînkirin, helbet, mirov dikare hertim texmîn bike, lê helbet, mirov bi xwezaya xwe geşbîne û geşbîne, her çend gotinek weha hebe jî, du rê hene ku mirovek xweşbîn, reşbînek kêm agahdar e. Bi awayekî xwezayî, piştî wergirtina  qulixa serokwezîrîyê ez her ku hîn dibûm, ewqas xweşbînî kêm dibû.

CNN primanews – Birêz serokwezîr, spas ji bo dema we û di karê We yê dijwar da serkeftinê dixwazim.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan -Ez spasdarim.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button