H’emû nûçeSereke

50 000 abonêtên belaş ji bo amûra ChatGPT Edu ji bo pergala perwerdehîyê: şanda OpenAI hatîye Ermenîstanê

Wezîra Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyanê şandeke ji platforma dîjîtal ya navneteweyî OpenAI qebûl kirîye, ku ji bo raberkirina amûra ChatGPT Edu hatibû Ermenîstanê.

Wek ku «Armenpress» ji daxuyanîya wezîreta Ermentstanêye perwerdê, zanistê û têknolojîyê fêr dibe, destpêka sala nû ya akadêmîk de, civakên perwerdehî, endezyarî û lêkolînên zanistî yên Ermenîstanê wê di encama hevkarîya di navbera wezîreta perwerdê, zanistê û têknolojîyê, OpenAI û Firebird de nêzîkî 50 hezar abonêtên belaş bistînin. Divê heta îlonê xebatên amadekarîyê yên pêwîst û kursên perwerdeyê bên kirin, da ku destpêkirina pêvajoyê ji sala nû ya akadêmîk re mîsoger bibe.

Civînê de, cîgirê serokê komîtêya xwendina bilind û zanistê ya wezîreta xwendina bilind  Alîna Lêon, seroka hevkarîya OpenAI bi wezîreta xwendina bilind û zanistê re û endamên din yên şandê amade bûne.

Janna Andrêasyanê bi xêrhatina mêvanan kirîye û destnîşan kirîye ku di salên dawî de, destpêşxerîyên ku armanc dikin sepandina zekaya sûnî û pêşxistina xwendin û nivîsandina ZS di pergala perwerdehîyê ya Ermenîstanê de bi berdewamî berfireh dibin.

Li gorî wezîrê, ev hevkarî ji bo pergala perwerdehîya Ermenîstanê pir girîng e, ji ber ku bingeheke domdar ji bo pêşxistina perwerdê û sepandina zekaya sûnî li welêt hatîye avakirin. Bernameyên perwerdehîyê yên “Nifşa zekaya sûnî” û “STEP.ai” bi serkeftî li dibistanên perwerdehîya giştî têne bicîh kirin, ku beşdarî pêşxistina zanîna bingehîn ya sûnî, ramana efirîner û jêhatîyên têknolojîk yên xwendikaran û her weha karanîna ewle, berpirsîyar û bibandor ya amûrên sûnî dibin.

Janna Andrêasyanê tekez kirîye ku bernameya “Nifşa zekaya sûni”, ku bi hevkarîya fonda FAST tê pêkanîn, berê encamên berbiçev bi dest xistîye û nasnameya navneteweyî wergirtîye.Çend ji beşdarên bernameyê di pêşbirkên navneteweyî yên cûre-cûr de serkeftin bi dest xistine û xelat wergirtine, ku ev yek jî bandora înîsîyatîvê nîşan dide.

Bernameyên perwerdehîyê yên zekaya sûnî di astên perwerdehîya navîn û bilind de jî têne destnîşan kirin. Ji îlona sala  2026 a, bernameyeke  nû di warê zekaya sûnî de dê li YSU bê destnîşan kirin.

Janna Andrêasyanê behsa pêrspêktîvên pêşveçûna sêktorê kirîye û destnîşan kirîye ku destpêşxerîyên mezin yên zekaya sûnî yên ku li Ermenîstanê hatine bicîhkirin, derfetên nû ji bo kûrkirina hevkarîya di navbera perwerdê, zanistê û aborîyê de diefirînin û beşdarî tevlêbûna welêt di pêvajoyên têknolojîk yên navneteweyî dibin. Bi raya wê, ev pêşketin bi girîngî şiyanên pergala perwerdehîyê berfireh dikin û şert û mercên guncaw ji bo pêşxistina têkilîyên navneteweyî diefirînin.

Janna Andrêasyanê di kurtebirîna civînê de destnîşan kirîye ku platforma ChatGPT Edu ji bo sazîyên perwerdehîyê wê him di pergala xwendina bilind de ji bo mamoste û xwendikaran, him jî di sêktora perwerdehîya giştî de ji bo mamoste û xwendikarên lîseyê bibe amûreke bi bandor. Wê ne tenê li ser danasîna têknolojîyê, lê di heman demê de li ser avakirina sîyaseteke berfireh li dora wê, ku rêzikname, mêxanîzmên rêveberîya rîskê û prînsîpên karanîna ewledar dihewîne, tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button