H’emû nûçeSereke

Dilê Sofyayêda  ji kolanên here bedew yên  wek “Rîya Ermenîstanê” wê bê binavkirin

Li navenda Sofyayê, li navçeya Pêyo Yavorovê, yek ji kolanên here bedew îdî bi fermî wek “Rîya Ermenîstanê” wê bê navkirin.

Wek ku ji alîyê balyozxana Komara Ermenîstanêye li Bilgarîyayê ragîhandî “Armenpress” ê kirine , biryar ji alîyê şêwira Sofyayê bi 33 dengên erê, 0 dengên ne li dijî û 0 dengên bêalî ve bi yekdengî hatîye pejirandin.

“Ev piştgirîya yekdengî nîşaneke girîng ya dostanîyê û rêzgirtina hevbeş e, ku têkilîyên sedsalan û dostanîya qewîn ya di navbera gelên ermenî û bilgar de nîşan dide. Em spasîya xwe ya dilsoz elamî şêwira Sofyayê û rêveberiya navçeya Srêdêtsê dikin ji bo fedakarî û hewldanên wan yên domdar dîyar dikin, ku bi saya wan ev destpêşxerî hatîye jîyandin, bûye semboleke mayîn ya dostanîya dîrokî ya ermenîya-bilgara û her wiha îfadeyeke teqdîrkirinê ji bo heyîna ermenîya li Bilgarîyayê û beşdarîya civaka ermenî”.

Balyozxanê gotîye: “Di demek nêzîk de derfeta me heye ku em vê bûyera girîng bi hev re pîroz bikin. Em ê di wextê xwe de we li ser vekirina fermî agahdar bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button