Ûrsûla fon dêr Layên plan dike ku serdana Ermenîstanê bike: Politico

Seroka Komîsîyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Layên plan dike ku heftîya bê serdana Ermenîstanê bike.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Politico ê nivîsîye û sê çavkanîyên ku bi planên serdanê agahdar in, vedibêje.
Rojname radigihîne ku komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kos jî wê di nav şandê de be. Serdan ji bo 1 ê tîrmehê hatîye plankirin, lê Politico destnîşan dike ku plan hîn nehatine temamkirin.
Rojname dinivîse ku ev serdan wek nîşaneke piştgirîya asta bilind ji bo serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan tê dîtin, piştî serkeftina hêza wî ya sîyasî di hilbijartinên hezîranêye parlamêntîyê.
Li gorî Politico ê, ev serdan di demekê de tê ku hukumeta Paşînyan hewil dide sîyaseta Ermenîstanêye der ji Moskvayê dûr bixe û ber bi Rojavayê ve bizivirîne û têkilîyên xwe bi Yekîtîya Avropayê re kûr bike. Karbidestekî Yekîtîya Avropayê ku bi rojnameyê re axivîye destnîşan kirîye ku Ermenîstan di bin “fişareke tûnd û domdar” ya Rûsyayê de ye û serdana usa dikare peyamana qewîn ya piştgirîyê ji bo Yêrêvanê bişîne.
Yek ji hevpeyvînkarên Politico ê gotîye:”Ev wê peyamek be ku Avropa li kêleka Ermenîstanê ye”.
Kovar her wiha destnîşan dike ku serdana potênsîyal bandor li ser rojeva xebatê ya li Bryûsêlê kirîye. Li gorî Politico ê, civîna rêveberîya komîsîyona Avropayê ya ku ji bo 1 ê tîrmehê hatibû plankirin, hatîye betalkirin, di encamê de pejirandina hejmareke destpêşxerîyên qanûnî hatîye paşxistin yan guhartin.
Li gorî rojnameyê, ev destpêşxerîyên han qanûna kirîna giştî ya komîsîyona Avropayê, planeke ji bo nirxandina qaîdeyên pêşbazîyê yên Yekîtîya Avropayê û her wiha destpêşxerîyên têkildarî bazara yekgirtî ya parastinê, nûjenî û xwedîkirina ajalan dihewîne.
Politico bi bîr dixe ku ev dibe ku di nav du mehên duemîn serdana Ûrsûla fon der Layênê bo Ermenîstanê be. Seroka komîsyona Avropayê meha gulanê li Yêrêvanê bûye da ku beşdarî civîna civata sîyasî ya Avropayê bibe, piştî wê jî beşdarî civîna yekem ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê bûye.







