
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan beşdarî çalakîya asta bilind ya ji bo destpêkirina “Platforma rojeva girêdanê” ya ku ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve hatîye destpêkirin, bûye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine û bi hûrgilî hatîye gotin ku şandên ji Tirkîyayê, Ûkraînayê, Moldovayê, Qazaxistanê, Tirkmênistanê, Tacîkistanê, Ûzbêkîstanê û Qirqizistanê û her weha nûnerên sazîyên darayî yên navneteweyî û komîsîya avropî jî beşdarî çalakîyê dibin.
Tê destnîşankirin ku ev platform ji bo qewînkirina ajandaya girêdanê di navbera welatên Kafkasîya Başûr, herêma behra Reş, Tirkîyayê û Asyaya Navîn û ji bo pêşvabirina ajandaya girêdana navherêmî di çarçoveya stratêjîya “Derîyên cîhanî” yên Yekîtîya Avropayê de hatîye efirandin.
Di çarçoveya konfêransê de, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der di panêla niqaşê ya bi sernavê “Pêrspêktîvên pêşerojê yên korîdora veguhestinê ya Transkaspîyê li herêmên behra Reş û Kafkasîya Başûr: ber bi sala 2030 î” axivîye, ku cîgirê serokwezîrê Moldovayê, wezîrê Tirkîyayêyî veguhastin û binesazîyê, wezîrê civak û pêşvebirina herêmî yê Ûkraînayê, cîgirê serokê banka cîhanê û her weha cîgirê rêveberê giştî yê mobîlîtê û veguhestinê yê komîsîya Avropayê û rêvebirê cînartîya Rojhilat û Tirkîyayê jî beşdar bûne.
Vahan Kostanyan axaftina xwe de girîngîya pêşxistina girêdana herêmî û pêşxistina dîyalogê bi welatên cînar re di vê çarçoveyê de tekez kirîye û destnîşan kirîye ku destpêşxerîyên di vî warî de dikarin bibin alîkar ku potênsîyala Başûrê Kafkasîyayê wek navendeke girîng ya ku Avropayê û Asyayê bi hev ve girêdide, bi tevahî bê pêkanîn. Di vî warî de, ewî girîngîya pêşxistina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, bi taybetî di warên veguhastinê, ênêrjî û girêdana dîjîtal de jî destnîşan kirine.
Cîgirê wezîr, li ser pêşxistina ragîhandina herêmî, înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê raber kirîye.Ewî tekez kirîye ku girêdana berfireh dibe alîkar ku hevkarîya herêmî, pêşkeftina aborî û bawerîyê qewîn bike.







