Komîsîya Avropayê, banka Avropayêye veberhênanê û wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî mêmûrandûmeke têgihîştinê li ser nîyetên hevbeş îmze kirine

Li Bryûsêlê, di çarçoveya çalakîya destpêkirina asta bilind ya “Platforma rojeva girêdanê”, komîsîyona Avropayê, banka veberhênanê ya Avropayê û wezîreta rêveberîya herêmî mêmorandûmeke têgihîştinê îmze kirine, ku bi fermî destpêkirina piştgirîya şêwirmendîyê di çarçoveya înîsîyatîfa EPIC de tomar kirîye.
Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya ku ji alîyê wezîreta Ermenîstanêye veguhastin û ragîhandinê fêr dibe, înîsîyatîv piştgirîyê ji bo amadekirina rêyên stratêjîk yên Axûrîk-Kayan û Margara-Kayan, ku wê xalên kontrolê yên sînor bi tora rêyên Komara Ermenîstanê ve girêbide, pêşbînî dike.
Di qonaxa yekem de, banka veberhênanê ya avropî wê piştgirîya şêwirmendîyê peyda bike da ku çarçoveya lêkolînên pêwîst dîyar bike û çareserîyên gengaz ji bo projeyên rêyên ku li jor hatine behs kirin pêş bixe.
Proje di çarçoveya înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Komara Ermenîstanê de têne bicîhanîn û armanc dikin ku beşdarî pêşxistina girêdanên veguhastina herêmî, qewînkirina rola Ermenîstanê wek navendeke veguhastin û lojîstîkê ya pêbawer û her weha pêşvebirina ajendaya girêdanê ya Yekîtîya Avropayê bibin.







