Nîkol Paşînyan û Narêndra Modî bi rêya têlefonê axivîne

Serokwezîr Nîkol Paşînyan û serokwezîrê Hindistanê Narêndra Modî bi rêya têlefonê axivîne.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ragîhandine ku serokwezîrê Hindistanê Narêndra Modî careke din ji ber serkeftina wî di hilbijartinên Ermenîstanêye parlamêntîyê pîrozbahî li serokwezîr Paşînyan kirîye û di xebatên wî yên pêşerojê de serkeftin xwestîye.
Nîkol Paşînyan spasîya xwe ji bo pîrozbahîyê anîye ziman, sirîya xwe de pîrozbahî li Narêndra Modî kirîye ku bûye serokwezîrê hilbijartî yê here demdirêj di dîroka Hindistanê de û jê re serkeftinên nû ji bo geşbûn û pêşkeftina Hindistanê xwestîye.
Hevpeyvînan girîngîya pêşxistina berdewam ya têkilîyên dostîyê yên di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de tekez kirine û bi kêfxweşî dînamîkên erênî yên hevkarîya dualî destnîşan kirine. Li ser qewînkirina dîyaloga sîyasî û her weha berfirehkirina hevkarîyê di aborîyê, têknolojîyên bilind, perwerdê, çandê û warên din yên berjewendîya hevbeş de jî tekez kirine.
Serokwezîran li ser mijarên hevkarîyê di formatên dualî û piralî de axivîne, gavên ku ji bo kûrkirina têkilîyan di gelek warên di rojeva Ermenîstan-Hindistanê de têne armanckirin, niqaş kirine.
Her wiha alîya ji bo qewînkirina hevkarîya di navbera herdu welatan de û pêşxistina destpêşxerîyên nû, girîngîya organîzasîyakirina seredanên dualî yên asta bilind destnîşan kirine.







