Şikilê cêrga avtomaşînên amêrîkîye leşkerî hatîye k’işandinê, yên ku sînorê Sûrîyaê-Îraqêr’a derbaz bûne. Kanîyên înformasîyone cî r’agîhandine,wekî ew qewatên ŞAY sînor derbaz bûne,bona ku bîrên neftêye li wir bip’arêzin. Derheqa wê yekêda serokê ŞAY Donald T’ramp’ nava e’lametîya xweye pêşda dabû dîyarkirinê. R’ojne’ma “Waşîngton post”-ê jî e’lam kirîye,wekî qewatên amêrîkî paşda tên li provînsîya Dêyr Zorê. Hatîye dîyarkirinê,wekî merem ewe, ku îzinê nedine DAÎŞ-ê, ku bîrên neftê bik’evine destên wan. Wek’îlên seroketîya ŞAY e’lam kirine,wekî anegorî wê planê çend sed leşkerên amêrîkî wê bên Sûrîyaê.Serokê Pêntagonê Mark Êspêr jî gotibû,wekî mermê ŞAY heye, ku zûtirekê li neh’îya Sûrîyaêye Dyêr Zorê îzinê nedin kö têr’orîst xwe bighînine bîrên neftê.
Gotarên eynî
Emê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî rexne bikin, heger menîya wê yekê hebe: Paşînyan
08.05.2024, 10:40
Min vexwendina bona beşdarbûna li merasîma sondxwerina serokê Rûsîyayê nestendîye: Paşînyan
08.05.2024, 09:35
Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dixwest ne ku çawa tifaqdar bihata Ermenîstanê, çawa ku têra hatîye dîtinê, lê çawa aşîtîparêz bihata: Paşînyan
08.05.2024, 08:31
Herwiha kontr’ol bike
Close