Serekwezîrê Îraqê Meh’med E’lewî e’lam kirîye,wekî ew ji qulixa xwe dûr dik’eve.Pêşda parlamênta welêt dîsa nikaribû r’ûê kêmasîya parlamêntvanada t’eşkîla h’ukumatê qebûl bikira.E’lewî nava nama xweda ya ser navê serokê Îraqê Berhem Salih’ gotîye,wekî ewî dixwest h’ukumata serbixwe sazkira, lê t’esîreke mezin li ser wî hate kirinê.Nava 15 r’ojada Berhem Salih’ wê konsûltasîyayên bona k’ifşkirina serekwezîrê nû derbazke. E’lewî beşeke partîyayên sîyasî r’exne kirîye û gotîye,wekî wana sozên xwe neqedandine, wana pêşîya hilbijartina dabû cime’tê.E’lewîr’a li hev nehatîye p’ir’anîya partîyayên sîyasî û frak’sîyayên parlamêntîyê, bi t’aybetî k’urda û sunîya bîne li ser wê t’abîyê, ku ew piştgirîya wî bikin.
Gotarên eynî
Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dixwest ne ku çawa tifaqdar bihata Ermenîstanê, çawa ku têra hatîye dîtinê, lê çawa aşîtîparêz bihata: Paşînyan
08.05.2024, 08:31
Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî cara ewil derîyên xwe ji bo zîyaretvanan vekir
07.05.2024, 19:25
Herwiha kontr’ol bike
Close