Berpirsîyara t’eşkîleta Human Rights Watch-ye li T’irk’îyayê Êmma Sînklêr Wêbbê bang kirîye, ku nenihêr’î wê yekê,wekî girtîyên sîyasî bo çi hatine girtinê,girêdyî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a, aza berdin.Niha T’irk’îya pr’ojekê lê dinihêr’e, bi saya k’îjanê ji sed h’etanî 3OO h’ezarî gerekê bên azaberdanê.P’ir’anîya girtîyên sîyasî nak’evine nava wan girtîya, çimkî p’ir’anîya wana bi gunehê têr’orîzmê yan jî xirabk’arîya dijî dewletê meh’keme kirine.”Têr’orîzm dikare bê h’esabê çawa xirabk’arîya here giran, lê li T’irk’îyayê h’ukumat wî gunehyî dide ser girtîyên sîyasî.Gelek girtî bi we’dê dirêj tên girtinê, bêyî t’u şe’detîya wekî wana giva tiştên têr’orîstî kirine, yan jî piştgirtî dane k’omên sîlih’kirî”,-nava e’lametya Sînklêr Wêbbêda hatîye gotinê. Hîvîyêne,wekî ev pr’oje wê nava h’evtêkêda her’e parlamêntê.
Gotarên eynî
Birêvebirin, kêmkirin û pûçkirina dijminatîya Tirkîyayê û Adirbêcanê: serokwezîr nêrîna xwe raber kir
07.05.2024, 15:20
Em ê hemû rojeva têkilîyên dualî û yên piralî gotûbêj bikin: Paşînyan derbarê hevdîtina bi Pûtîn re
07.05.2024, 14:54
Ermenîstan difikire ku ênêrjîya dikare nûjen bide welatên endamên Yekîtîya Avropayê
07.05.2024, 14:50
Herwiha kontr’ol bike
Close