H’emû nûçe

Li cem 62 merivî nexweşiya koronavîrûsê îzbat bûye: du meriv wefat bûne

Anegorî hesabên 21-ê nîsane, şebeqê seheta 11.00, hatiye ragîhandinê, wekî li cem 62 merivî jî nexweşiya koronavîrûsê îzbat bûye.Derheqa wê yekê da ji merkeza Ermenîstanêye saxlemîxweyîkirinêye kontrolkirina nexweşiya ragîhandine. Em bîr bînin, wekî anegorî hesabên duh, li Ermenîstanê, hetanî niha li cem 1339 merivî ew nexweşî îzbat bibû. Feqet, anegorî hesabên roja îroyîn, ew hejmar gîhîşte 1339 merivî. Wextê têstkirinên hetanî niha, li cem 13939 mervî ew nexweşî nehatiye dîtinê. Niha 768 meriv qenc dibin, 609 meriv êdî qenc bûne, lê 24 meriv wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button