Sereke

Dîlên leşkerî gerekê bêne paşdavegerandinê: baylozê Fransîyayê derheqa dîlên ermenîda û usa jî seredana hemsedirên koma Mînskêda gotîye

Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Conatana Lakot dide bawarkirinê, wekî dîlên ermenîye li Adirbêcanê gerekê lez paşda bêne vegerandinê.
“Nêzîkbûna mine hindava pirsa dîlên leşkerî zelale, û ew gerekê bêne paşdavegerandinê. Şuxulkarî gerekê ne tenê li ser hîmê elametîya 9-ê mijdarê bê mîyaserkirinê, lê ew yek gerekê li ser hîmê konvênsîyayên navnetewîye parastina mafên mêriv bê kirinê”,- baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê gotîye. Bi gotina wî, koma Mînskê dîsa çawa organa tek-tenê dimîne, li kîderê dikarin gotûbêjkirina derbazkin, hevraxeberdana mîyaserkin, ku bighîjine helkirina pirsgirêkê. “Dema ku em derheqa koma Mînskêda dibêjin, em gerekê fem bikin, wekî gilî derheqa sîstêma çareserkirina hevraxeberdanadaye, ya ku hazire navçîgarîyê bike û alî herdu alîya bike. Derheqa wê yekêda usa jî wezîra Swêdêye karên der, wextê seredana li Ermenîstanê gotîye.Hemsedirên koma Mînskê niha nava hevraxeberdanadanin bona ku bi seredana xebatêva li herêmê biqesidin”,- Conatan Lakot gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button