Sereke

Barzanî: cejina Newrozê bona kurda sîmvola azadîya ji bindestîyêye

Lîdêrê kurdî eyan, serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî 2O-ê adarê bi elametîyêva pêşda hatîye, kîjdanêda, girêdayî cejina Newrozêra, xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî Newroz bona kurda sîmvola azadîya ji bindestîyê û şerkarîya bona azadîyêye.
“Îzinê bidine min, ku ez cimeta Kurdistanêra, û usa jî wanra, yên ku li temamîya dinyîyayê vê cejinê didine derbazkirinê, xweşbextîyê bixwezim, çimkî Newroz sîmvola azadîyêye. Ez hêvîdarm, wekî Newroza sala îsalin wê bona hemûya aşîtîyê, gulvedanê û rihetîyê bîne”,-Barzanî Twittêrêda nivîsîye. Lîdêrê kurd daye dîyarkirinê, wekî miletê wî bawarîya xwe wê yekê tîne. “Cimeta Kurdistanê dixweze bi rîya aşîtîyê yazîya xwe qirarke, pirsa bi rêya edil helke”.
Feqet, Barzanî gotîye, kurdê tu cara bindestîyê qebûlnekin. Bi gotina wî, kurdên Îraqê nava yektîtî û hevkarîya li ser hîmê rezedilvanîyêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button