Sereke

Sedirtîya parlamênta Avropayê û byûroya wê gotûbêjkirina pirsa dîlên ermenîye leşkerî îzbat kirine:Naîra Zohrabyan

Parlamêntvana ji fraksîya “Ermenîstana gulvedayî” Naîra Zohrabyanê fêysbûkêda nivîsîye, wekî sedirtîya parlamênta Avropayê û byûroya wê gotûbêjkirina pirsa dîlên ermenîye leşkerî îzbat kirine.
Nava nivîsarêda hatîye gotinê:
“Sibê civîna parlamênta Avropayêye biharê wê destpêbe û bi înîsîyatîva çend komên sîyasî pirsa dîlên ermenî wê bê gotûbêjkirinê. Pirsa dîla, bi texmîn, wê roja sêşemê bê gotûbêjkirinê. Di navbera hêzên sîyasîda konsêsûs heye, wekî Adirbêcan dîlên ermenî paşda venagerîne û bi wê yekê mafê navnetewî diteribîne. Tabîya Adirbêcanêye sînîk, elametîyên dijî ermenîya, pêşengeha faşîstîye dijî hêzên ermenîya civaka navnetewî mebûr kirin, ku hişyarbin û gerekê hemû tiştî bikin ku dîlên ermenîye leşkerî paşda bêne vegerandinê. Bêguman, dêlêgasîya Adirbêcanê wê hemû tiştî bike, ku gotûbêjkirina pirsê derbaz nebe, lê vê carê ew yek wê wanra li hev neyê”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button