Sereke

Dêra Êcmîyazînê wê sala 2O22-a dergehên xwe veke

Ji sala 2O12-da li dêra Êcmîyazînê xebatên çêkirinê destpê bûne.Têra dihate dîtinê wekî ew xebat wê dirêj nekişînin, lê paşê zelal bû, wekî dêr gerekê bi temamî bê çêkirinê. Arxîtêktorê sereke, yê çêkirina dêrê Amîram Badîşyan dibêje wekî tevî lêkolîna bûye usa jî qulixdarîya miletîyêye parastina sêysmîkî.Hatîye dîyarkirinê, wekî zengilên dêrê jî hewcê çêkirinêne.Hatîye gotinê, wekî bona zengila belgîyên êlastîk lazimin bona ku pêla deng hukumî ser kevirên dêrê neke û zyanê nede wan.Cara dawî xebatên çêkirinê li ser dêrê sala 2OOO-ê hatine kirinê.Wî çaxî xebatên ji derva hatibûne kirinê, şikilên hundurda hatibûne paqijkirinê û heger dergehên dêrê bêne vekirinê, wê çetinbe ku firqîya berê û niha bibînin. Xebatên çêkirinê wê sala 2O22-a ser hevda bên.Bi gotin arxîtêktor, çend sed sala dêrê îdî hewcê çêkirinê nîbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button