Sereke
Wezîreta pêşmerga kuştina leşkerê xwe gunehkar kirîye
Wezîreta Kurdistana Îraqêye pêşmerga kuştina şerkarê gunehkar kirîye.
“Piştî bûyarên van rojên dawî, li nehîya Zaxoyêye Şaranşê pêşmergê bi navê Rezvan Mehmed Elî hatîye kuştinê.Em vê yekê gunekar dikin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî kirinên wî cûreyîye dijî pêşmerga dikarin tenê karê bidine dijminên Kurdistanê.
Pêşda, roja şemîyê, êrîş ser pêşmerga hatibû kirinê. Ew yek li çîyayê Metînî qewimîye, wextê kîjanê pênc pêşmerge hatine kuştinê û hevt jî birîndar bûne.Wezîreta pêşmerga bangî koalîsîyona navnetewî û hukumata Îraqêye Fêdêral kirîye ku bona kontrola li ser sînorên Kurdistana Îraqê rola xweye aktîv bidine kifşê.