Sereke

Tirkîya bere-bere Adirbêcanê dagir dike:koma fermandarîyêye mexsûs hatîye sazkirinê

Çar gênêralên tirk wê bighîjine koma fermandarîyêye mexsûs, ya ku  wê hêzên tirka li Adirbêcanê raber bike. Derheqa wê yekêda “Kavkazînfo”-ê elam kirîye.

Anegorî înformasîyayên belavkirî, gênêral Bextîyar Êrsay çawa serokê koma mexsûse li Adirbêcanê hatîye kifşkirinê.

Em bêjin, wekî hinek wede pêşda prêssa tirka jî înformasîya derheqa wê yekêda belav kiribû.Anegorî wan înformasîya, bi kifşkirina çar gênêrala, li Bekûyê usa jî hejmara wekîlên hêzên Tirkîyayê zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button