H’emû nûçeSereke
Wezîrê dewletê: tabîya Elîyêve bêterbe girêdaîye bêdengîya koma Mînskêra
Tabîya Elîyêve bêterbe girêdaîye bêdengîya koma Mînskêra. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, wezîrê Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan gotîye, ku ewî derheqa qerfkirinên Elîyêve derheqa koma Mînskêda xeberdaye.
“Eva cara ewlin nîne, ku ew qerfê xwe hemsedirên koma Mînskê dike, wana nuxsan dike.Hemsedir gerekê mecalên hişk bidine xebatê.Ew gerekê ne ku çawa navçîgar, lê ji tabîyên hakim xeberdin. Heger Adirbêcan dibêje, wekî dew û doz ser hevda hatîye, hemû kes jî fem dike, wekî hal tenê kûr bûye. Hemsedir xwe mikur tên wekî pirsgirêk nehatîye helkirinê.Heger Adirbêcan naxweze tevî civaka navnetewî pêwandîya îztbatke, wî çaxî, ji alîyê civaka navnetewîda gerekê qirarên yekalî hebin”,-Artak Bêglaryan gotîye.